Li Reqayê goreke komî ya kuştiyên DIŞIê hate dîtin

laşê hijmarek kuştiyên DIŞIê têdene
کوردستان TV
100%

Li bajarê Reqayê gorek komî ya cenazeyên sivîlan û kuştiyên DIŞIê hate dîtin.

Li gor nûçeyeke anha tîma destwerdana destpêkê ya girêdayî komîteya jinûve avakirina Reqayê vê sibehê li qada Panorama ya dikeve başûrê bajêr  li ser riya otostrad Heleb- Reqa, nêzî deriyê ketina bajarê Reqayê goreke komî ya cenazeyên sivîl û çeteyên DIŞIê dîtin û 9 cenaze rakirin kirin.

Rêveberên Komîteya Destwerdana Destpêkê texmîn dikin ku ji cenazeyê kesên biyanî jî hebûn.

Komîteyê xebatên derxistina cenazeyên didomîne û bi rêbazên rewa vedişêrin.

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.