Îro li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Emîndarê Giştî yê Yekîtiya Cîhanî ya Zanayên Misilman Dr. Elî Qeredaxî û Serokê tevgerê Îslamiya Kurd û şandekî li gel kir ku pêkhatibû ji Serok û endamên desteya îdarî ya vê tevgerê.
Di hevdîtinê de rewşa siyasî û pêşhatên dawî yên Iraq û navçeyê û bûyerên piştî referandumê hatin nirxandin û tekez li ser rewayetiya mafên gelê Kurdistanê û retkirina sepandina bi zorê û zebirûzeng li ser gelê Kurdistanê kirin.
Her di vê civînê da her dû alî di derbarê hilbijartinên meha Îlonê de û pêwîstiya karkirin û danîna bernameyeke bi hêz ji aliyê Hikûmeta Kurdistanê ji bo baştirkirina jiyana welatiyan de nêrînên xwe li hev veguhastin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin