Piştî ku rejîma Sûriyeyê karî li hin deverên vê welatî derbên dijwar li DIŞI û çekdarên cîhadî yên opozîsyona Sûriyeyê bide vê carê rejîma Sûriyeyê dest bi amadekarî bo operasiyona leşkerî bo ser Îdlibê kiriye.
Li gor jêderên taybet rejîma Sûriyeyê bo destpê kirina operasiyoneke leşkerî ya berfire li dijî çekdarên cîhadî yên ku li Îdlibê hatine komkirin, dest bi amadekariyên berfire kiriye û di vê çarçoveyê de jî îro artêşa Sûriyeyê dest bi topbaran kirina gundewarên başûrê Îdilibê kiriye.
Ji aliyeke din ve jî NY huşdariya vê yekê dide ku eger operasiyona Îdlibê were destpêkirin vê zêdetir ji 4 miliyon kesan aware bibin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin