Trûmp bacên gumrikî li ser Tirkiyeyê zêde kir

Trump bacên ser berhemên Tirkî zêde dike
کوردستان TV
100%

Serokê Amerîkayê  Donald Trump baca ku ji gumrikan ji alimînyom û pola yên ji Tirkiyeyê dihatin stendin du qat zêde kir.

Li gorî daxuyaniya Serokê DYA’yê ya li ser Twîtterê parvekirî, hate destnîşankirin ku baca alimînyom û pola yên ku ji Tirkiyeyê tên kirîn du qat zêde kiriye.

Trump di peyama xwe de wiha dibêje: “Lîreyê Tirkiyeyê li pêşberî dolarê me yê bi hêz her ku diçe nirx winda dike, min du qat zêdekirina baca gumrikê ya pola û alimînyoma ku ji Tirkiyeyê tê kirîn, pejirandiye. Li gorî vê ji bo alimînyom ji sedî 20, pola jî ji sedî 50 ye. Têkiliyên me di vê demê de bi Tirkiyeyê re nebaş in!”

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.