Sedir dibêje eger daxwazên me neyên cîhbicîh kirin em dibin opozîsyoneke bihêz.
Serokê tevgera Sedir û hevdem Serokê lîsteya Saêrûn yaku yekema hilbijartinên Îraqê bû, Muqteda Sedir diyar kir ku eger aliyên siyasî yên Îraqî daxwazên wan cîhbicîh nekin û ew 40 mercên ku hatine diyarkirin cîhbicîh nekin vê demê emê dibin opozîsyoneke bihêz ya nîştimanî û avaker.
Sedir herwiha diyar kiriye ku ev bi ti awayî beşdarî li parve kirinê ku di navbera aliyên siyasî yên Îraqê de bûye weke çendeke bihêz nakin û eger dîsa ev çanda han were dubarekirin vê demê Saêrûn dibe opozîsyoneke bihêz û dijî her cure gendeliyeke îdarî û siyasî radiweste.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin