Li gor bûçeyeke rojnameya Qodis ya Erebî, terorîstên DIŞIê dîsa li çend deverên Îraqê serî hildidin û kiriyarên xwe yên terorîstî zêdetir dikin.
Di vê nûçeya han de behsa vê yekê hatiye kirin ku niha terorîstên DIŞIê, li Diyale, Selahedîn û Kerkûkê kiriyarên xwe yên terorîstî zêdetir kirin û tê payîn di demên pêşde DIŞI dubare li Îraqê hêzê xwe û bazineya kiriyarên xwe yên terorîstî zêdetir bike.
Her di vê derbarê de, îro li nêzî deverên sînorî yên di navbera Îraq û Sûriyeyê de DIŞIê êrîşî ser hêzên Îraqî kir û 6 leşkerên Îraqî kuşt.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin