Cîhadiyên ser bi Tirkiyeyê 25 welatiyên din yên Kurd revandin

revandin û eşkence kirina Kurdan li Efrînê didome
کوردستان TV
100%

Zextên cîhadiyan û artêşa Tirkiyeyê bo ser Kurdan li Efrînê zêde bûne.

Li gor jêderên taybetî ji Herêma Efrînê, cîhadiyên radîkal yên ku Tirkiye piştgîriya wan dike, êrîşên xwe bo ser welatiyên Kurd yên li Efrînê didomin û di vê çarçoveyê de, cîhadiyên han 25 welatiyên din yên Kurd revandine.

Jêderên han diyar kirin ku ev welatiyên han li devera Şêrawa ya Efrînê hatine revandin.

Hate gotin ku heta niha kes derbarê çarenivîsa wan welatiyan de nikariye ti zaniyariyek bidest bixe.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.