Berdevkê Artêşa Libyayê Ahmed Mîsmarî got ku divê Serokê Rûsyayê Vladimir Putin Tirkiyê ji nava Libyayê derbixe.
Li gor nûçeyeke PeyamaKurd berdevkê Artêşa Libyayê Ahmed Mîsmarî ji ajansa Rûsî Sputnîkê re axivî û daxuyaniyên girîng dan. Mîsmarî got ku divê Serokê Rûsyayê Vladimir Putin bi şexsê xwe bi pirsgirêka Libyayê re eleqedar bibe û hêzên derve yên weke Qeter û Tirkiyê ji nava Libyayê derbixe.
Mîsmarî wiha berdewam kir: “Bi qasî 100 leşkerên Libyayê li Rûsyayê tedawî dîtin. Rûsya alîkariyeke baş bi Libyayê kir. Di artêşa me de ji bo Rûsyayê nêrîneke baş pêk hat.”
Li ser kirîna çek û sîlehan jî Mîsmarî got ku ji ber ambargoyê, Rûsya çek û sîlehan niha nade Libyayê.
Piştî ku di sala 2011an de Serokê Libyayê Muammer Qeddafî hate kuştin, dewlet bû du perçe û heta niha jî ji qeyranê derneketiye. Piştî van geşedanan Ahmed Mîsmarî gelek caran çû Rûsyayê û dixwaze ku pêwendiyên xwe û Rûsyayê bi pêş ve bibe.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin