Walîtiya Colemêrgê bi hinceta operasyona leşkerî, li 30 herêman derketina derve qedexe kiriye.
Walîtiya Colemêrgê bi hinceta operasyona leşkerî, li navenda bajêr, navçeya Çelê, Şemzînan û Geverê 30 herêm weke “Herêmên Ewlehiya Taybet” nîşan daye.
Walîtiyê ve biryar li gorî Xala 32/A a Qanûna Herêmen Ewle û Herêmên Qedexe yên Leşkerî hejmar 2565ê daye û il gorî vê biryarê bêdestûr ketina li van herêman hatiye qedexekirin.
Di heman daxuyaniyê de hatiye aşkerekirin ku ev biryar wê ji bo 14 rojan derbas bibe û ji welatiyan re hatiye diyarkirin ku bêyî wergirtina destûrê, ketina wan a li van herêman qedexe ye.
Biryara Walîtiyê 7ê Tebaxa 2018ê ji saet 00.00.01ê heta 21ê Tebaxa 2018ê saet 23.59.59ê wê derbas bibe.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin