Dîsa li Şinoyê 4 welatiyên din hatin girtin

beriya du rojan du kesên din hatibûn girtin
کوردستان TV
100%

Hêzên îtilaata Hikûmeta Îranê di bajarê Şinoyê de, 4 welatiyên Kurd yên vî bajarî binçav kirin û ji bo cihekî nediyar veguhastin.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa “Kurdpa”yê, di heyama çend rojên derbazbûyî de, hêzên îtilaata Hikûmeta Îranê, 4 welatiyên Kurd yên bi navên “Kamil Ehmedî”, xelkê gundê “Hesennûran”, “Meqdîr Mehmûdzade” xelkê gundê “Sîngan”, “Ebûbekêr Mînapak” xelkê gundê “Sewce”, û “Teyêb Bamiruwet” xelkê gundê “Sîngan”ê destbiser kirine.

Çavkaniya agehdar di vê derheqê de xuyakirine  ku ev 4 welatiyên Kurd ji aliyê hêzên îstixbarata ser bi Spaha Pasdaran a Îranê hatinê binçavkirin.

Vê çavkaniyê herwisa ev yek jî daye eşkere kirin ku: Heyanî niha sedema binçavkirin û cihê xwedîkirina van 4 welatiyên Kurd tu zanyariyek ber dest nine.

Hêjayê gotinê ye ku beriya du rojan dîsa li Şinoyê îtlaat 2 welatiyên din yên Kurd girtibûn.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.