Li gor jêderên herêmî berbanga sibê ya roja duşemê, gerîlayên PKKê li çiyayê Kewêt ya di navbera Sîdekan û Mêrgesorê de êrîşî ser navendeke leşkerî ya Tirkiyeyê kirine.
Li gor jêderên herêmî, gerîlayên PKK bi çekên giran êrîşî ser navenda leşkerî kirine û bi qasî 15 deqîqeyan şer û pevçûn dom kiriye.
Jêderên herêmî behsa vê yekê dikin heta niha derbarê zirar û ziyanên vê êrîşa han de ti zaniyarî nehatine bidestxistin.
Jêderên ji herêmê behsa vê yekê dikin ku gerîlayên pkk car car bi şev êrîşî ser navendên leşkerî yên artêşa Tirkiyeyê yên ku di vê dawî de hatine çêkirin dikin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin