Nuneratiya NY ya li Îraqê amara kuştî û birîndarên tîrmeha sala 2018an ya li Îraqê belav kir.
Li gor amara NY di tîrmeha 2018an de li Îraqê bi giştî 79 welatiyên medenî jiber bûyerên tundûtîjî û teqînan hatine kuştin û 99 kesên din jî jiber heman sedeman birîndar bûne.
Di berdewamiya raporta han de behsa vê yekê hatiye kirin ku parêzgeha Bexdayê di tîrmehê de aloztirîn parêzgeha Îraqê bûye ku zêdetirîn bûyerê tundûtîjî li vê parêzgehê qewmîne û bi tenê li Bexdayê de 30 kes hatine kuştin û 33 kesên din jî birîndar bûne.
Piştî Bexdayê parêzgeha Kerkûkê jî aloztirîn parêzgeh bûye ku têde 8 kes hatin kuştin û 34 kesên din jî birîndar bûne û li Mûsilê jî 13 kes hatine kuştin û 5 kesên din jî birîndar bûne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin