Nêçîrvan Barzanî: Hewl didin rewşa Êzidiyan baştir bikin

dibêje hewl didin bo baştir kirina rewşa êzidiyan
نێچیرڤان بارزانی: بەردەوام دەبین له‌سه‌ر چاككردنی بارودۆخی ژیانی ئێزدیان
کوردستان TV
100%

Serokwezîrê Kurdistanê bi minasebeta 4 saliya 3ê Tebaxê peyamek weşand.

Îro 4 sal bi ser karesata mezin ya 3ê Tebaxê yaku ji aliyê terorîstên DIŞIê ve bi ser Kurdên êzidî hatiye sepandin derbas dibe û jiber vê yekê jî Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peyamek weşand ku ev jî tekesta vê ye;

Îro salvegera komkujiyeke din ya êzidiyane ku ji aliyê terorîstên DIŞIê ve bi ser wan de hatiye sepandin ew komkujiya han weke yek ji hovanetirîn komkujiyên sedsala 21an ketiye nava dîroka gelê Krudistanê û mirovatî de.

Di encama komkujî û êrîşa han de bo ser Şingalê 1293 kesên medenî hatine şehîdkirin û herwiha 6417 kesên din jî hatine revandin ku piraniya wan jin û zarokin û 2745 zarok jî bê dê û bav hatine kirin, bi dehan perestgehên êzidiyan hatine wêrankirin û heta niha 69 gorên bi komî hatine dîtin.

Ew amarên han û çendîn belgeyên din besin bo vê yekê ku parlemen û hikûmeta Îraqê û civaka navnetewî bi biryareke taybet ev komkujiya han yaku biser êzidiyan de hatiye qebûl bike.

Hikûmeta Kurdistanê li ser cîhbicîh kirina erkên xwe bo parastina êzidiyan û hevkarî kirina zêdetir ya penaberên êzidî berdewam dibe, herwiha nivîsgeha me ya taybet jî berdewam dibe li ser kar kirin bo azad kirina ev êzidiyên ku ji aliyê terorîstan ve hatine revandin û heta niha nîviya wan hatine azadkirin û em  heta tevahiya xuşik û birayên xwe bi temamî rizgar nekin ji hewldanên xwe ranavestin.Hikûmeta Kurdistanê li gor karînên xwe hewl dide daku rewşa êzidiyan li devera Şingalê baştir bike.

Bi minasebeta vê roja samnak lazime bibêjim ku pêwîste hikûmeta Îraqê rewşa devera Şingalê normal bike û zêdetir xizmetgozarî pêşkêşî Şingalê bike û erkê xwe li hember deverê bicîh bîne daku şêniyên deverê bikaribin bi serfirazî vegerên ser warên xwe.

Herwiha daxwaz ji tevahiya welatên endam di hevpeymaniya dijî DIŞIê de dikin ku beşdar bin di prosesa avedan kirina Şingalê de jiber ku xizmet kirina wan û baştir kirina rewşa jiyana wan erkê hevpar ya tevahiya meye.

Bi vê minasebeta han serê xwe li hember qurbaniyan û rihê paqêjê ew pêşmergeyên ku ji bo rizgariya Şingalê şehîd bûn di tewînin û têk şikandina DIŞIê li Îraq û deverê de li Şingalê destpê kir.

Serokwezîrê Kurdistanê

Nêçîrvan Barzanî

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.