Serokwezîr û Konsulusê Hindistanê civiyan

Kurdistan û Hindistan têkiliyên xwe bihêztir dikin
کوردستان TV
100%

Konsulusê Hindistanê amadeyiya xwe bo hevkarî kirina Kurdistanê diyar kir.

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê pêşwaziya Konsulusê nû yê Hindistanê yê li Hewlêrê  Chandra Moly Komar û şandeke pê re kir.

Di civînê de Chandra Moly Komar spasiya Serokwezîr û hikûmet û dezgehên hikûmeta Kurdistanê kir jiber pêşwaziya ku jê hatiye kirin û hêviya vê yekê xwest ku hevkariyên hikûmeta Kurdistanê li gel Konsulusxaneya Hindistanê berdewam be.

Moly di beşeke din ji axaftinên xwe de behsa têkiliyên navbera Kurdistan û Hindistanê kir û amade bûna xwe jî bo bihêztir kirina têkiliyên han diyar kir û eşkere kir ku em dikarin di warê perwerde kirina karmendên hikûmetê de hevkariyeke zêdetir pêşkêşî hikûmeta Kurdistanê bikin.

Di berdewamiya civînê de Serokwezîrê Kurdistanê jî hêviya serkeftinê bo Moly xwest û piştgîriya dezgehên hikûmetê jî bo kar û çalakiyên vî diyar kir û hêvî xwest ku têkiliyên navbera Kurdistan û Hindistanê di her warekî de bihêztir bibin.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.