Dohê Amerîka dorpêç danî ser du wezîrên Tirk.
Di çarçoveya aloziyên heyî yên di navbera Amerîka û Tirkiyeyê de, yaku jiber girtina qeşeyê Amerîkayî geştir bûne, dohê hikûmketa Amerîkayê bi fermî ragihand ku dorpêç daniye ser du wezîrên Tirk.
Li gor daxuyaniya hikûmeta Amerîkayê, her du wezîrên dadê û wezîrên navxwe yên Tirkiyeyê jiber rol û bandora wan ya bo girtina qeşeya Amerîkayî, ji aliyê Amerîkayê ve hatine gemarodan.
Amerîkî diyar kirine ku vê dorpêçên wan li ser raydarên Tirkiyeyê berfiretir bibin û didomin.
Li hember de jî rayedarên Tirkiyeyê di destpêkê de behsa vê yekê dikirin ku evê serî li hember zextên Amerîkayê netewînin, lêbelê îro hate diyarkirin ku rayedarên Tirkiyeyê dest bi danîna têkilî li gel rayedarên Amerîkayî kirine û Tirkiye amadekariyê bo azad kirina qeşeya Amerîkî dike.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin