Serok Barzanî bo Koçer Bîrkar: Gelê Kurd bi te serfiraze

Serok Barzanî dibêje em bi te serfirazin
سەرۆک بارزانی پیرۆزبایی لە کۆچەر بیرکار دەکات
کوردستان TV
100%

Serok Barzanî peyameke pîrozbayî pêşkêşî zaniyarê Kurd Koçer Bîrkar kir.

Piştî ku zanayê warê bîrkariyê yê Kurd Koçer Bîrkar li ser astê cîhanê di warê bîrkarî de bû yekem û xelata nobela bîrkariyê wergirt, Serok Barzanî jî peyameke pîrozbayî pêşkêşî vî kir ku ev jî tekesta vê ye;

Birêz kak Koçer Bîrkar

Bi kêfxweşiyeke mezin nûçeya serekftina mezin ya te bihîst ku di warê girîng û zehmet yê zaniestî weke bîrkarî de bidest xistiye.

Bêgoman xweziya we bicîh hat û ev serkeftina we dilê tevahiya Kurdan xweş dike û ez jî yek ji wan 40 miliyon Kudame ku gelek zêde bi serkeftina we kêfxweşim û şanaziyê pê dikim û hêviya serkeftin û pêşkeftina zêdetir ji we re dixwazim.

Gelek cêyê kêfxweşiyê ye ku ciwanekî Kurd bikaribe di warî zanistî de reqabetê li gel zaniyarên cîhanê bike û xelateke navnetewî ya girîng bistîne.

Hêvî dikim kak Koçer bibe mînak û nimûneya mezin bo ciwanên me û hewl bidin weke kak Koçer bi serkeftin di warê xwendin û zanist de navê gelê xwe bilind rabigirin.

Mesûd Barzanî

2.8.2018

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.