Rûsya: Hêzên Îranî ji Colanê vekêşane

daxwaza Îsraîlê hate cîhbicîhkirin
کوردستان TV
100%

Nunerê taybetî yê Serokê Rûsyayê bo karûbarên Sûriyeyê diyar kir ku tevahiya hêzên Îranî li deverên nêzî sînorên Îsraîlê vekêşane.

Nunerê taybetî yê Serokê Rûsyayê bo karûbarên Sûriyeyê Aleksandr Lavrentyev di daxuyaniyeke xwe de ya bo çapemeniya Rûsyeyê diyar kiriye ku tevahiya hêzên Îranî yên ku li nêzî sînorên Îsraîlê bi taybetî li devera Colanê hatibûn bicîhkirin, vekêşane.

Nav hatî diyar kiriye ku Îsraîl daxwaza vê yekê dikir ku ev hêzên han bi qasî 60 km ji sînorê Îsraîlê dûr bikevin lêbelê niha ev hêzên han û çekên giran yên wan bi qasî 85km ji sînorên Îsraîlê dûr ketine û ti metirsiyeke wan bo ser Îsraîlê nemaye.

 

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.