Tê gotin zêdetir ji 100 kesan canê xwe ji dest daye.
Li gor jêderên nûçeyan, dîsa li welatê Hindistanê jiber barîna barana bixor, lehiyeke mezin li hin deverê welat rabûye û hijmareke zêde welatî canê xwe ji dest dane.
Tê gotin ku lehiya vê carê li eyaleta Uttar Pradeşê ra bûye û di encam de herî kêm 106 kesan canê xwe ji dest daye.
Pila baran barînê nêzî hefteyeke li Hindistanê destpê kiriye û hîn jî didome û hefteya derbasbûyî jî li hin eyaletên Hindistanê de jiber lehiyê zêdetir ji 300 kesan canê xwe ji dest dabûn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin