Îro Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Konsulusê nû yê Komara Çek yê li Hewlêrê Michael Svoboda û şandeke pê re kir.
Di civînê de Konsulusê nû yê Komara Çek Michael Svoboda behsa têkiliyên dostane û dîrokî yên di navbera Kurdistan û Komara Çek kir û spasiya hevkarî û asankariyên hikûmeta Kurdistanê yên bo Konsulusê berê yê Komara Çek kir û hêviya berdewamiya ew hevkariyê han xwest.
Michael Svoboda di berdewamiya axaftinên xwe de amadebûna welatê xwe bo hevkarî û hemahegniya zêdetir li gel Kurdistanê bi taybetî di warên zanistî de diyar kir û vekirina zanîngeha teknîkî ya Çekî li Hewlêrê bi pêngavek girîng di vê çarçoveyê de bilêv kir.
Li hember de jî Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pîrozbayiyên xwe pêşkêşî Michael Svoboda kir û hêviya serkeftinê di karûbarên xwe de jê re xwest û hevkarî û karasaniya hikûmeta Kurdistanê jî bo diyar kir.
Barzanî herwiha jiber vekirina zanîngeha teknîkî ya Çekî li Hewlêrê spasiya wan kir û amadebûna Kurdistanê jî bo pêşde birina têkiliyên di her warî de diyar kir.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin