Li Kobanê yekemîn mala sêwiyan

vê tê de hijmarekesiwî werin xwedankirin
کوردستان TV
100%

Weqfa Jina Azad a Rojava amadekariyên vekirina mala sêwiyan li kantona Kobanê bi dawî kirin. Mal bi armanca xwedîderketina li zarokên sêwî yên di encamên şer de bê dayik û bav mane, tê vekirin.

Li gor nûçeyeke anha Bi însiyatîfa Weqfa Jina Azad a Herêma Cizîrê û bi kordîneya Weqfa Jina Azad a Herêma Firatê û bi sponseriya rêxistinên derve, amadekariyên vekirina Mala Sêwiyan li Kobanê bi dawî bûn.

Di nav Şoreşa Rojava û şerên ku gelê herêmê li dijî terorê dane de, gelek zarok sêwî man û bi taybet li bajarê Kobanê. Bajarê Kobanê rastî gelek êrîşên çeteyan hatiye ku bi berxwedaneke mezin gelê wî li hemberî wan êrîşan sekinî. Tişta hişt ku terorîst komkujiyan der heqê şêniyên Kobanê de pêk bînin û bi taybet komkujiya 25'ê Hezîrana 2015'an a têkçûna wan li hemberî berxwedana gelê Kobanê ye.

Di encama wê komkujiyê de bi dehan zarok sêwî man. Gelek kes jî xwedî li zarokan derket û ew li gel xwe xwedî dikin.

Ji bo avakirina pêşerojeke ronî ji bo wan zarokan, Weqfa Jina Azad a Herêma Firatê ji bo hemêzkirina van zarokên sêwî, peydakirina cihên ewle û her wiha ji bo girîngiyeke mezin bidin wan, malek vekir. Weqfa jinan di sala 2015'an de dest bi projeya avakirina Mala Sêwiyan kir. Niha di vê dawiyê de xebatên avakirinê bi dawî bûn.

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.