Cîgirê Serokê Amerîka Mike Pence, ser mijara girtîbûna qeşeyê Amerîkî Andrew Brunson careke din dîyar kir ku ew bo toleyên dijî Tirkîyê amadekarîyan dikin.
Li gor nûçeyeke voayê Pence bi rêya twitterê ragihand ku Amerîka li dijî Tirkiyeyê amedekariya dorpêçan dike.
Pence nivîsî; Wek min berê jî gotibû, veguhastina Andrew Brunsonê Qeşe bo hepsa malê têra xwe ne baş e, û Amerîka heta ku Brunson tê berdan, bo toleyan dijî Tirkiyê amadekarîyan dike.
Pence, hefteya borî li Washingtonê di konferanseke ser azadîyên dînî dabû zanîn ku ger Tirkiye, qeşe Andrew bernede ewê bi toleyên giran re rû bi rû bimîne.
Piştî ew gotinên Pence, Serok Donald Trump jî dîyar kiribû ku ewê jiber Brunson dijî Tirkiyê toleyan ragihînin.
Jiber girjîya gur bûbû, wezîrên derve yên Amerîka û Tirkîyê bi rêka telefonê axifîbûn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin