Serokwezîrên Kurdistan û Îraqê civiyan

behsa hin mijarên hevpar kirine
کوردستان TV
100%

Behsa rewşa Îraq û deverê kirin.

Îro civata wezîran ya Îraqê belav kir ku li Bexdayê Serokwezîrê Îraqê Heyder Ebadî pêşwaziya Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kiriye.

Li gor daxuyaniya han di civînê de behsa rewşa siyasî û çend mijarên din yên hevbeş di navbera hikûmeta Kurdistan û Îraqê de hatiye kirin.

Di beşeke din ya daxuyaniya han de hatiye nivîsandin ku her du alî tekez li ser girîngiya berdewam kirina têkiliyên heyî, diyalog û berfiretir kirina karên hevbeş kirine.

 

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.