Serok Barzanî peyameke pîrozbayî pêşkêşî Êzidiyan kir.
Bi minasebeta hatina cejna çileya havînê ya êzidiyan, Serok Barzanî peyameke pîrozbayî pêşkêşî êzidiyan kir ku ev jî tekesta vê ye;
Bi minasebeta hatina cejna çileya havînê ya êzidiyan gerimtirîn pîrozbayiyên xwe pêşkêşî oldarên êzidî, xuşik û birayên êzidiyên Kurdistanê û seraserê cîhanê dikim, ev cejna han di demekê deye ku Kurdistan birîndarê ev karesata hane yaku ji aliyê terorîstan ve bi ser xuşik û birayên êzidî û gelê me de hatiye pêkanîn û nabe ev zilma han ya mezin were jibîrkirin.
Hêvî dikim ev cejna han bibe destpêkek bo vegeriyana xuşik û birayên êzidî bo ser jiyana xwe ya normal û bikaribin di rewşeke aram û aştiyane de cejn û şadiyên xwe bikin.
Careke din cejna we pîroz be
Mesûd Barzanî
30.7.2018
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin