Êwara îro terorîstên DIŞIê êrîşî ser navendeke hêlbirîna elektirîkê li parêzgeha Kerkûkê kirin û ev navenda han teqandin.
Di vê derbarê de jêderên ewlekarî yên li Kerkûkê diyar kirin ku êwara îro terorîstên DIŞIê li parêzgeha Kerkûkê êrîşî ser navendeke hêlbirîna elektirîkê kirine û ev navenda han teqandine.
Heman jêderan diyar kir ku terorîstên DIŞIê piştî teqandina navendê, kabiloyên veguhastina elekitrîkê jî bi temamî ji nav birine.
Navenda ku hatiye teqandinê navenda Zerbane û pêdiviyên elektirîkê ya navçeya Zab dabîn kiriye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin