Ev navend li parêzgeha Silêmaniyê ye.
Îro li devera Baziyanê ya ser bi parêzgeha Silêmanê bi amadebûna Serokwezîrê Kurdistanê, hijmarek ji wezîrên hikûmetê û nunerên hikûmeta Koreya Başûr û çend konsulusên din, navendeke hêlbirîna elektirîkê yaku bi wêsteha Baziyan tê nasîn hate vekirin.
Ev navenda han dikare 132/400 kv elektirîkê dabîn bike û bi qasî 63 miliyon dolar bo çê kirina vê navenda han hatiye mesrefkirin.
Her di çaçroveya vê merasima han de Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî gotarek pêşkêş kir û balkêşande ser girîngiya ve kirina vê projeya han û diyar kir ku vê ev projeya han fêdeyeke gelek zêde bigehîne Kurdistanê bi giştî û hêviya vê yekê xwest ku ev projeya han bibe hevkar bo çareser kirina beşek ji kêşeya elektirîkê li Kurdistanê de.
Serokwezîrê Nêçîrvan Barzanî di berdewamiya axaftinên xwe de got: Em dizanên ku di warê dabîn kirina elektirîkê de kêşe û arîşe heye û weke pêwîst me nikariye proje û pilanên xwe yên di vê warî de cîhbicîh bikin lêbelê hikûmet bo dabîn kirina elektirîkê pereyeke gelek zêde mesref kiriye û hana kerta taybet daye daku hêlbirînê di warê elektirîkê de bike lê hîn jî pêdiviya me bi pêngavnên biçûk û mezin heye û ew projeya han jî yek ji wan pêngavaye.
Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku ev proje beşeke ji pilaneke berfire ya steratejîk a di warê dabîn kirina elektirîkê de ku piştir hikûmeta Kurdistanê amade kiribû lêbelê jiber qirîza darayî û şerê DIŞIê cîhbicîh kirin û temam kirina projeyê hatibû paşxistin,raste ku şer û qirîz bandoreke gelek xirab li ser tevahiya warên jiyanê kirine lêbelê hikûmeta Kurdistanê bi piştgîriya xelkê dilsoz û dostên xwe hewl da bi ser tevahiya qirîzên han de zal be û serkeftî be.
Barzanî di beşeke din ji axaftinên xwe de diyar kir ku Kurdistan niha piştî serkeftina xwe ya bi ser şerê dijî terorê û pilanên neyaran, hêdî hêdî rojên xwe yên dijwar derbas dike û hikûmet li gorî karînên xwe di tevahiya waran de pêngavan davêje.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin