Hêzên Îraqî ketin amadebaşiyê

ji tirsa xwepêşandanan hêzên leşkerî ketin amadebaşiyê
کوردستان TV
100%

Piştî ku xelkê parêzgehên başûrê Îraqê biryar da daku îro înê dîsa dest bi xwepêşandanên girseyî li dijî hikûmetê bikin, hikûmeta Îraqê jî bo belav kirina xwepêşanderan tedbîrên tund yên ewlekarî stendiye.

Di vê derbarê de jêderên nûçeyan behsa vê yekê dikin ku li wan her 9 parêzgehên Îraqê yên ku biryare xwepêşandan were kirin, hijmareke zêde hêzên leşkerî û ewlekarî hatine komkirin.

Jêderên nûçeyan behsa vê yekê dikin ku hêzên han di amadebaşiyê dene û ferman ji wan re hatiye kirin ku bi tundî bersifa xwepêşanderan bidin.

 

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.