Li 9 parêzgehên Îraqê xwepêşandan tê kirin

vê li 9 parêzgehan xwepêşandan were kirin
کوردستان TV
100%

Îro înê di çarçoveya xwepêşandanên başûrê Îraqê de yên li dijî nebûna xizmetgozariyan, av, elektirîk û derfetên karî, biryare li 9 parêzgehên mezin yên Îraqê yên weke,Bexda,Besre û Babilê xwepêşandanên girseyî werin organîzekirin.

Di çarçoveya wan xwepêşandanan de li bajarê Besreyê ku weke navenda destpê kirina xwepêşandanan tê nasîn, xwepêşander behsa vê yekê dikin ku ev bi ti awayî baweriya xwe bo sozên rayedarên hikûmetê  nahênin û lazime hikûmet ji gendelkaran were paqêjkirin.

Herwiha li Besreyê vê îro xwepêşander daxwazên xwe bi navê daxwazên steratejîk diyar bikin û ji hikûmetê daxwaz bikin daku daxwazên han cîhbicîh bike.

 

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.