Hejmara qurbaniyên teqînên li dijî bajarê Siwêdayê ya li başûrê Sûriyeyê derket 246 kesan û ji ber hejmara zêde ya birîndaran dibe ku ev hejmar zêdetir bibe. Hêzên rêjîmê jî êrîşên xwe li dijî Geliyê Yermûk a rojavayê Derayê berdewam dikin.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ragihand ku hejmara qurbaniyên komkujiya duh li dijî welatiyên bajarê Siwêda û gundewarê wê derket 246 kesan.
Ev zêdebûna hejmara qurbaniyan ji ber ku gelek kes birînên wan dijwar bûn û di encamê de jiyana xwe ji dest dan. Çeteyên DIŞIê her wiha li gundewarê rojhilat û bakurê bajêr bi awayekî hovane êrîşî sivîlan kirin û di encama hejmara zêde ya birîndaran de dibe ku hejmara qurbaniyan jî zêdetir bibe. Hate gotin ku gelek kes winda ne û çarenûsa wan hêjî nediyar e.
Duh çeteyên DIŞIê karibûn derbasî bajarê Siwêda bibin û sê êrîşên xwekuj li bazarê, çerxeriya El-Meşneqa û çerxeriya El-Nicmê pêk bînin. Çeteyên DIŞIê di heman demê de êrîşî gundên El-Mitewenê, Doma û Tîma yên gundewarê Siwêda kirin û di encamê de gelek kes bûn qurbanî û gelek kesên din jî birîndar bûn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin