Ji ber êrîşa artêşa Tirkiyeyê bo ser taxa El-Meheta ya naveçya Serêkaniyê ya girêdayî Hesekê 2 sivîl birîndar bûn.
Artêşa Tirkiyeyê îro danê sibê gule li malên sivîlan ên li taxa El-Meheta ya navçeya Serêkaniyê ya ku li aliyê bakurê navçeyê dikeve, reşandiye. Li gorî çavkaniyên herêmî di encama êrîşê de 2 sivîl birîndar bûn.
Li gorî çavkaniyan navên birîndaran ku bi eslê xwe ji bajarê Hesekê ne û dema mirîşk li taxa El-Meheta datanîn birîndar bûn, wiha ne: Mûsa Ubyed El-Hiro, Elî Nacî Elî.
Welatiyan her du birîndar yekser rakirin Nexweşxaneya Roj, piştî destwerdana lezgîn her du birîndar derbasî nexweşxaneyên bajarê Hesekê kirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin