TEV-DEM ji bo operasyona Idlibê amadekariyan dike

dibêje vê beşdarî di operasiyona Îdlibê de bikin
کوردستان TV
100%

Hevserokê TEV-DEMê Aldar Xelîl got ku di demeke nêzîk de li dijî Idlibê operasyonek wê were lidarxistin û heye ku em jî tevlî vê operasyonê bibin.

 Li gor nûçeyeke peyamakurd Hevserokê TEV-DEMê Aldar Xelîl ji çapemeniya Rûsyayê re axivî û daxuyaniyên girîng dan. Xelîl wiha axivî: “Heke levhatinek çêbibe, ji bo paqijkirina terorîstên li herêmê, em jî dikarin di operasyona Idlibê de rolekê bistînin.”

Aldar Xelîl wiha dewam kir: “Idlib ji aliyê terorîstên ku Tirkiye piştgiriya wan dike ve, hatiye vegirtin. Li Idlibê Kurd jî dijîn. Wekî hemî kesê ji Sûriyê, xilaskirina vê herêmê wezîfeya me ye jî.”

Li ser pêwendiyên wan û Rejîma Sûriyê jî Xelîl wiha got: “Belê rast e, pêwendiyên me hene. Lê belê gelek tiştên ku di çapemeniyê de têne gotin, ne rast in.”

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.