Serokwezîrê Îsraîlê bi tundî bersifa Serokê Tirkiyeyê da.
Piştî ku Serokê Tirkiyeyê Receb Teyyib Erdogan li ser mijara pejrandina proje qanûna îsraîl devleta cihûyane, rexne li Îsraîlê kir û Îsraîl bi faşîst bilêv kir, îro Serokwezîrê Îsraîlê bi tundî bersifa Erdogan da.
Serokwezîrê Îsraîlê binjamîn Netanyahu diyar kir ku gotinên Erdogan nîşaneya hebûna dijminatiyeke mezine li hember gelê cihû û em vê yekê jî qebûl nakin.
Netanyahu herwiha diyar kir ku Erdogan hem li Tirkiye û hem jî li Sûriyeyê li gel cîhadiyên radîkal bi her awayî êrîşî ser Kurd û Ereban dikin û wan komkuj dikin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin