Serdozgeriya Enqerê dijî Pervîn Buldanê lêpirsîn vekir

mimkune jê re ceza were dayîn
کوردستان TV
100%

Serdozgeriya Komarî ya Enqerê, ser gotinên Hevseroka Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) Pervîn Buldan yên derbarê parlamenterên ku beşdarî merasîmên binaxkirina gerîlayên Partiya Karkerên Kurdistan (PKK), dest bi lêpirsînê kir.

Buldanê derbarê parlamenterên ku çûbûn merasîma binaxkirina gerîlayên PKK’ê gotibû ku sersaxî di çanda wan de heye

Buldanê gotibû; Hevalên me çûn sersaxîyê. Ew di çanda me de heye. Bêguman, çûyîna sersaxîyê bo malbatên kesên ku jîyana xwe ji dest dane, yek ji berpirsîyên me yên herî mezin e’’

Serdozgeriya Komarî ya Enqerê ragihand ku ew gotinên Buldanê yên di dawiya hefteyê de di hin malper û kanalan de derketine, vedikolin.

Dadgeha Tirkiyê dijî çar parlamenterên HDP’ê yên beşdarî merasîma binaxkirina gerîlayên PKK’ê yên ji alîyê Artêşa Tirk ve hatibûn kuştin, lêpirsîn dabû vekirin.

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.