Li Yewnanîstanê agir bi daristanan ketiye: 60 kes mirine

heta niha herî kêm 60 kes canê xwe ji dest dane
کوردستان TV
100%

Li nêzîkî Atînayê agir bi daristana ketiye, di encamê de 60 kes mirine. Li gorî zanyariyên destpêkî, agir ji ber germahiya zêde derketiye. Bajarokên ku agir lê derketiye bi temamî wêran bûne.

Duh li nêzîkî Atînayê, paytexta Yewnanîstanê li 15 deveran agir bi daristanê ketiye. Li gorî zanyariyan 60 kes mirine ku gelek ji wan li bajarokê bi navê Kizilhaç Matiyê mirine.

Rayedarekî ji ewlehiya peravên Yewnanîstanê diyar kiriye ku laşê 3 jin û zarokekî di behrê de hatine dîtin.

Miltiadis Mylonas Alîkarê Midûrê Giştî yê Serwîsên Ambulansan diyar kiriye ku dema ew mal û wesayitên di dema şewatê de kontrol bikin, ihtimal heye ku hejmara mirî û birîndaran zêdetir bibin.

Ev şewat, piştî şewata ku Tebaxa 2007ê li nîvgirava Peloponneseyê derketiye şewata herî mezin ya duyem hatiye qebûlkirin. Di şewata 2007ê de 63 kes miribûn.

Ji ber kesên di encama agir de mirine, li Yewnanîstanê ji bo sê rojan wê şîn bê girêdan. Serokwezîrê Yewnanîstanê Çîprasî gotiye: “Îro Yewnanîstan şînê girê dide û ji bo windahiyên xwe em ê sê rojan şînê girê bidin. Lê niha divê em destûrê nedin ku girêdana şînê me ji kar bike lewre ev dema hanê ji bo têkoşîna bi şer, ji bo hevgirtin û wêrekiya me gelekî girîng e.”

Bianet

 

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.