Serokwezîrê Kurdistanê li gel nunerê taybetî yê Sekreterê NY li Îraqê civiya.
Îro Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya nunerê taybetî yê Sekreterê giştî yê NY bo karûbarên Îraqê Jan Kubiš kir.
Di civînê de behsa rewşa dawî ya Îraqê bi taybetî aloziyên li Başûrê Îraqê hate kirin û nunerê NY tekez li ser vê yekê kir ku lazime tevahiya aliyên Îraqî dest bi diyalogeke cidî bo ava kirina hikûmeta nû ya Îraqê bikin û daxwazên welatiyan jî cîhbicîh bikin.
Jan Kubiš di beşeke din ya axaftinên xwe de behsa girîngiya rola Kurdistanê di diyalog û hewldanên heyî yên bo ava kirina kabîneya nû û beşdarî kirina Kurdistanê di prosesa siyasiya Îraqê de kir.
Di beşeke din ya civîna han de Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî balkêşande ser prosesa siyasiya Îraqê û dubare hijmartina dengan bi dest û got: Ev prosesa hijmartina dengan bi dest bi dawî hatiye û lazime dadgeha fedralî jî biryara xwe li ser encamên hilbjartinan bide daku aliyên siyasî zêdetir bikaribin dest bi diyalogê bo ava kirina kabîneya nû bikin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin