Di çarçoveya êrîşên asmanî yên artêşa Tirkiyeyê de bo ser baregeh û cêyên gerîlayên PKKê de, îro careke din balefirên artêşa Tirkiyeyê bi tundî hin navçeyên ser bi devera Sîdekan û derdorê bordiman kirin.
Di êrîşên îro de her yek ji Xakûrik, Mexariyan û çend navçeyên din hatin bordiman kirin û her îro kopterên artêşa Tirkiyeyê jî çiyayê Dilê û gund û navçeyên nêzî deşta Hêrtê bi tundî bordiman kirin.
Her çend heta niha ti zaniyarî li ser zirarên canî yên wan bordiman û êrîşan nehatine zanîn lêbelê tê gotin ku di encama topbaranên han de zirareke gelek mezin ya madî bi deverê ketiye û agir bi daristan û rezên wan cêyên ku hatine topbaran kirin ketiye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin