Nêzîkî Bakurê Qibrisê keştiyeke ku 150 kes tê de bûn binav bûye. 19 kes mirine. 25 kes winda ne.
Di vê derbarê de wezîrê gihandinê yê Bakurê Qibrisê, Tolga Alakanî gotiye ji bo ew kesên winda bêne dîtin wan dest bi xebatê kiriye.
Li gor agahiyan rewşa birîndarekê ne baş e, birînên wî/wê giran in.
Rojnameya Kıbrıs Postası, ragihandiye ku 103 kes ji mirinê hatine xelaskirin û ew ê ji bo Tirkiyeyê bêne şandin.
bianet
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin