Welatiyeke medenî jî birîndar bû.
Îro dîsa artêşa Îranê bi tundî hin deverên ser bi Sîdekan û Hecî Omeranê topbaran kir.
Di encama topbarana artêşa Îranê de du pêşmergeyên hizba demokrata Kurdistan/ Îranê hatine şehîd kirin û welatiyeke medenî yên ku şêniyên deverê ye birîndar bûye.
Herwiha jiber topbarana artêşa Îraqê agir bi pûş û pawanên deverê ketiye û şêniyên wan deveran jî hewla temrandina agirê didin.
Topbaran Îranê dohê destpê kiriye û bi awayekî hevdem devera Sîdekan û Hac Omeranê hatibû topabarankirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin