Amara kuştî û birîndarên xwepêşandanên Îraqê hat belav kirin

amara kuştî û birîndarên xwepêşandanên Îraqê hat belavkirin
کوردستان TV
100%

Îro polîsê Îraqê daxuyaniyek weşand û têde behsa amara kuştî û birîndarên xwepêşandanên li parêzgehên Başûrê Îraqê kir.

Li gor daxuyaniya polîs di encama pevçûnên di navbera xwepêşander û hêzên ewlekarî de li sê parêzgehên Başûrê Îraqê de bi giştî 5 xwepêşander hatine kuştin.

Di beşeke din ya vê  daxuyaniya han de hatiye nivîsandin ku 318 kesên din jî birîndar bûne ku 190 ji wan xwepêşaner û ewin din jî endamên hêzên ewlekarîne.

Hêjayê gotinê ye ev zêdetir ji yek hefteye li Başûrê Îraqê xwepêşandan tên kirin û car car jî pevçûn di navbera xwepêşander û hêzên ewlekarî de der dikeve.

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.