Piştî nîvroya îro artêşa Îranê bi tundî dest kir bi topbaran kirina hin navçeyên ser bi Hac Omeranê.
Di vê derbarê de Birêvebirê nahiyeya Hac Omeranê Ferzeng Ehmed di daxuyaniyeke taybet de ji Kurdistantvê re diyar kir ku piştî topbaran kirina çend navçeyên ser bi devera Sîdekan, artêşa Îraqê dîsa dest kiriye bi topbaran kirina navçeyên Cotekaniyan, Dola Alana, gundê Alana û Reşe Hermiyan û di encama topbarana han de welatiyekî Kurd birîndar bûye û herwiha zirareke mezin ya madî jî ber gund û bistanên deverê ketiye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin