Li gel ku bordiman û topbaran kirina wan deveran ji aliyê Tirkiyeyê ve bi hinceta hebûna PKKê didome,îro jî artêşa Îraqê dest bi topbaran kirina devera Sîdekan kir.
Di vê derbarê de Peyamnêrê Kurdistantvê yê li deverê diyar kir ku kêliyek beriya niha topxaneyên artêşa Îranê ji devera Kêleşînê bi tundî dest kirine bi topbaran kirina çend navçeyên ser bi devera Sîdekan.
Jêderê me diyar kir ku di demeke kêm de topxaneyên Îranê zêdetir ji 100 gole katûşiya avêtine wan navçeyan û jiber vê topbaranê jî agireke mezin li deverê ketiye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin