Gefa hilweşandina rêkeftina Astanayê dike.
Li gor jêderên nûçeyan yên Tirkî, çavkaniyek ji nivîsgeha Serokê Tirkiyeyê diyar kiriye ku Serokê Tirkiyeyê Receb Teyyib Erdogan telefûna Serokê Rûsya Vladimir Putin kiriye.
Li gor heman jêderan Erdogan di telefûna xwe ya li gel Putin de dilgiraniya xwe ya li hember amadekariyên rejîma Sûriyeyê bo destpê kirina operaisyonê li Îdlibê ya li dijî çekdarên opozîsyona Sûriyeyê gehandiye Putin.
Erdogan ji Putin re gotiye eger rejîma Esed êrîşî ser Îdlibê bike vê demê vê Tirkiye rêkeftina Astanayê ya derbarê Sûriyeyê de hidiweşîne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin