Îro salvegera komkujiya geliya Zîlanê ye

88 sal beriya niha ew kumkujî hatiye kirin
کوردستان TV
100%

Beriya 88 salan di roja 13ê Temûza 1930an de, hikûmetê vê demê ya Tirkiyeyê bi fermana raste rast ya berpirsên vê welatî, li dijî Kurdan li Bakûrê Kurdistanê bi taybetî kurdên elewî hemleyeke mezin ya ji nav birin destpê kirin.

Di heman rojê de yanê di roja 13ê Temûzê de bi hezaran Kurd ku piraniya wan jin û zarok bûn li geliyek bi navê geliyê Zîlanê hatin kumkujkirin.

Di wan deman de hikûmeta CHPê yaku ji aliyê Mistefa Kemal ve hatibû damezrandin li ser desthilatê bû û soz dabû ku li deverê de nehêle giya şîn bibe.

Zarok ji zikên dayikên xwe bi zindî derxistin û xistin bi betonê, piştî bidawî hatina kumkujiya geliya Zîlanê, rayedarên hikûmeta vê demê ya Tirkiyeyê ragihandin ku ew kurdatî li geliya Zîlanê biaxê kirine û ser de jî beton kirine.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.