Çekdarên opozîsyona Sûriyeyê 3 siyasetmedarên Kurd binçav kir

zextên çekdarên opozîsyonê li ser Kurdan didomin
کوردستان TV
100%

Çekdarên opozîsyona Sûriyeyê yaku qaşo bi navê Artêşa Azad binav dike, li bajarê Rojavayê Kurdistanê li Efrînê, 3 siyasetmedarên Kurd yên endamê Partiya Demokrata a Pêşverû binçav kirin.

Di derbarê bûyerê de partiya Pêşverû daxuyaniyek da û got ku ji 3yê Temûzê heta niha 3 endamên partiya me di bin çavan de ne. Divê berî gavekê ew werin berdan.

Endamên ku hatine binçavkirin; kesên bi navên Hişmend Menan Şêxo, Abdulhamîd Ahmed Suleyman û Necîb Muhammed Abdo ne.

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.