Serokê Amerîka Donald Trump dibêje ku endamên NATO qayil bûne ku xercên berevaniyê di nav bûdceyên xwe yên leşkerî de demûdest zêde bikin.
Trump ew daxuyanî îro li navenda NATO ya li Brukselê, di dawîya civîna du rojî de da.
Daxuyaniya neplankirî ya Trump, demeke pir kurt piştî daxuyaniya NATO hat ku banga rûniştineke taybet ya tenê jibo endaman kiribû.
Trump roja Çarşemê rexneyên tund li NATO kiri bû ku bi têra xwe dirav bona NATO xerc nakin û Amerîka barê giran ya NATO hilgirtiye ser xwe.
Voa
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin