Cîhadiyên ser bi Tirkiyeyê li Efrînê 10 kesên din revandin

beriya çend rojan jî 4 kesên din revandibûn
کوردستان TV
100%

Çeteyên artêşa Tirk 10 welatî ji gundê Kobaka yê girêdayî navçeya Mabata yê kantona Efrînê revandin û bi hinceta kontrolkirinê mal û milkên wan talan kirin.

Çavkaniyekî ji gundê Kobaka ji ajansa ANHA`yê re ragihand ku çeteyên cîhadiyên ser bi artêşa  Tirkiyeyê  ên bi navê Tabûra Lîwa El-Şemal û El-Cebha El-Şamiyê beriya niha bi du rojan careke din êrîşî gund kir û 10 welatiyên gund bi hinceta ku çek li gel wan hene, revandin. Herwiha bi hinceta kontolkirinê jî mal û milkên welatiyan dizîn û telefonên şêniyên gund jî jê standin.

Beriya du rojan jî 4 welatiyên heman gundî ji aliyê çeteyên artêşa tirk ve hatin revandin.

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.