Dohê bi şev di encama bihevdana paseke rêviyan û tankereke veguhastina petorlê li bajarê Sine ya li Rojhilatê Kurdistanê de,22 welatî canê xwe ji dest dan.
Di vê derbarê de jêderên herêmî diyar kirin ku bûyer li bajarê Sineyê di navbera paseke riviyan û tankereke veguhastina petrolê de qewmiye û di encam de her du tirimbîl agir girtine.
Jêderên herêmî behsa vê yekê kirin ku di nava pasê de hijmareke zêde rêvî hebûne û di encama bûyerê de 22 ji wan rêviyan jiber agir pêketinê canê xwe ji dest dane.
Herwiha hate gotin ku çend welatiyên din jî birîndar bûne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin