Dohê ji aliyê hêzên Îranî ve hatibûn girtin.
Di vê derbarê de birêveberê nahiyeya Sîdekan Îhsan Çelebî ji Kurdistantv re ragihand ku piştî binçav kirina ew 8 welatiyên Kurd yên ku di dema lewerandina ajelên xwe de li deverên sînorî ji aliyê spaha pasdaran ve hatibûn girtin, aliyên têkilidar yên Kurdistanê bo azad kirina wan welatiyan dest bi hewldanên pêwîst kirin.
Çelebî herwiha diyar kir ku di encama hewldanên han de îro ew her heşt kes ji aliyê Îranê ve hatin azadkirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin