Beriya 33 salan bin avê ketibû.
Piştî qut kirina ava rûbarê Dîcleyê ji aliyê Tirkiyeyê ve û dabezîna rêjeya ava Bendava Mûsilê, bajarokê Zumara kevin yaku beriya 33 salan jiber tejî bûna bendavê binav ketibû, hate dîtin.
Qut kirin û kêm kirina avar rûbarê Dîcleyê ji aliyê Tirkiyeyê netenê bûye sedema kêşeyên curbicur yên çandinî belku ava bendava Mûsilê jî gelek kêm bûye û jiber vê yekê jî hin deverên ku di dema xwe de binav ketine, hêdî hêdî der dikevin û bajarokê Zumara kevin jî yek ji wan deveraye ku piştî dabezîna rêjeya avê hatine dîtin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin