Êrîşên ser Derayê hatin rawestandin

rejîm û muxalif li Derayê lihev kirin
کوردستان TV
100%

Dema ku lihevkirinên nû di navbera Rûsya û komên çekdar de dest pê kir, êrîş û topbrana li ser herêmên Derayê hatin rawestandin.

Li parêzgeha Derayê duh di saetên dereng de bêdengiyek hebû. Car caran jî topbaran ji aliyê hêzên rêjîmê ve li ser bajarokê El-Neîma yê dikeve aliyê rojhilatê gundewarên Derayê dihat kirin.

Balafirên şer jî ne li ser asîmanê parêzgehê bûn. Lê di saetên sibê de carake din derketin asîmanê herêmê.

Li gorî Navenda Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê, di dema ku lihevkirinên nû di navbera Rûsya û nûnerên parêzgeha Derayê de dest pê kir da ku çarenûsa parêzgehê û başûrê Sûriyê diyar bikin, topbaran jî hate sekinandin.

Navendê diyar kir ku di dema ku hêzên rêjîmê û çekdarên ku destekê didin wê li ser sînorê Sûriye-Urdinê pêşde diçin, topbaran hate sekinandin. Bi vê yekê hêzên rêjîmê ber bi korîdora li ser sînorê Urdinê ve pêşde diçin û di navbera wan de tenê 3 km mane.

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.