Maduro Bang li artêşa Venezuela dike ku amade be

Amerîka pêştir gefa dagîrkirinê lê kiribû
کوردستان TV
100%

Serokê Venezuela Nicolas Maduro, piştî nûçeyên ser daxwaza Serokê Amerîka Donald Trump ya bo dagirkirina Venezuela, bang li artêşa xwe kir ku amade be.

Maduro di merasîmeke leşkerî de diyar kir ku ewê têkoşîna bo berevaniya welatê xwe bidomîn.

Maduro got: Her tim amade bin, çinku em dê berevanîya mafê me yê dîrokî, jîyana bi aştî, bikin.

Li gor nûçeyên di medya Amerîkî de, Trump, Tebaxa borî ji şîretvanên xwe yên siyaseta derve dagirkirina Venezuela pirsîbû.

Medya Amerîkî ji zarê karbidestekî payabilind dîyar kir ku Trump dagirkirina Venezuela di civîneke bo toleyan de axifîfîye û ji hin rêberên Amerîka Latîn re jî qala wê ramanê kiriye, lê şîretvan û rêber dijî fikra dagirkirina Venezuela derketine.

Voa

 

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.